Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Felûce Kete Destê El Qayda


Raportên roja Şemîyê dibêjin, hikûmeta Îraqê kontrol biser bajarê Felûce nema ye û piştî çend rojan ji şer bajêr ketîye destê mîlîtanên el-Qayida.

Mezine karbidestekî hêzên ewlehîyê gote ajansa peyamên Fransî ku Felûce li jêr kontrola mîlîtanên Dewlata Îslamîya Îraq û Şamê ye.

Dîdevan dibêjin, çi nîşan nîn in ku hêzên hikûmeta Îraqê li parêzgeha Enbar mabin. Ew bajar 60 kîlometran li rojava Bexdayê ye.

Duh mîlîtanên ser bi el-Qayida alayên xwe liser avahîyên hikumetê li Felûce bilind kirin û dewleta Îslamî ya serbixwe ragihandin. Wan kehrebe ji ser xelkê birîn û rê nedan jêderên taybetên kehrebê.

Rojnamevanekî ku nexwest navê wî were eşkerekirin gote rojnamay Washington Post, polîs û hêzên hikûmetê ji bajar derketinn û mîlîtanên el-Qayida agir berdan alayên niştimanîyên Îraqê.
XS
SM
MD
LG