Lînkên eksesibilîtî

"Felûce û Remadî di Çend Rojan de wê Vegere Jêr Destê Hikûmeta Îraqê"


Komandarekî artêşa Îraqê roja Yekşemê got, ewê çend roj herin berî ku du bajarên rojavaya welêt careke din ji şervanên ser bi el Qayîde ve werin valakirin.

General Reşîd Fleih, yê ku Hêza Leşkerî li Enbar birêve dibe, roja Yekşemê ji televizyona dewletê re got ku du heta sê rojan pêwîst in heta ku mîlîtan ji bajarê Felûce û hinek beş ji bajarê Remadî werin derxistin. Fleih herwiha got ku hêzên êl û eşîran operasyonan birêve dibin, û artêş tenê piştgirtîya asmanî û logistîk did wan.

Rûniştvan dibêjin, ji Şemîyê bişev ve rewş li Felûce bêdeng bûye. Navenda bajêr li jêr kontrola mîlîtanan e. Li nav û derdora bajarê Remadî jî, pevçûnên cuda pêk hatin.

Dewleta Îslamî li Îraq û Sûrîyê ku ser bi el Qayîde ve ye, hefteya bûrî destê xwe danî ser van herdu deverên ku rûniştvanên wê Sunî ne.

Hêja yî gotinê ye ku Dewleta Îslamî li Îraq û Sûrîyê yek ji hêzên herî bihêz li Sûrîyê ye. Li herêmên li jêr kontrola wê, qanûnên Îslamî yên tund li ser xelkê tên pêkanîn.
XS
SM
MD
LG