Lînkên eksesibilîtî

'Dayikên Şemîyê' 18 Sal in Doza Windayan Dikin


Dayikên Şemîyê ku jibo aqûbeta zarokên xwe yên winda ji sala 1995’an ve li Stenbolê ber Lîseya Galatasaray dicivin, roja Şemîya destpêka sala 2014’an jî ev çalakîya xwe domandin.

Dayikên Şemîyê û xizmên kesên ku ji salên 1990’î heta niha li Tirkîyê hatine winda kirin û bi awayê qesas ne dîyar hatine kuştin her hefte nobedariya dadê dikin û çalakîya rûniştinê pêk tînin.

Ew li destpêka 2014’an dîsa jibo dîtina hestî û termên zarokên xwe di hefteya 458’an de, li ber Lîseya Galatasaray kom bûn.

Yek ji Dayika Şemîyê ya bi navê Gulîstan, li dema vê çalakîyê ji Dengê Amerîka re wiha dipeyive: “ji sala 1992’yan ve ji malbata min heft kes hatine winda kirin û kuştin ku ez hîna nizanim hestîyên wan li kuderê ne. Heta em hestîyên wan bibînin emê çalakîyên xwe bidomînin.’

Birayê Ridvan Karakoç ku li sala 1995’an li bin çavan hatibû kuştin Hasan Karakoç, dibêje, “em bi siûd in ku piştî gelek zehmetîyan me cendekê birayê xwe dîtiye. Lê bi hezaran kesên ji salên 1990’î ve hatine kuştin û winda kirin hene ku hê jî aqûbeta wan dîyar nebûye. Em niha li vir jibo wan çalakîyên xwe didomînin.”

Her ku li demên dawî jinûve dadgehkirina hin berpirsên kuştin û windakirinên salên 1990’î destpê kiriye jî malbat daxwaz dikin, sûcdarên kuştina bi hezaran kesan werin ceza kirin ku hestîyên zarok û xizmên wan jî bêne dîtin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG