DIYARBEKIR —
Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiyê jibo pênc parlamenterên girtî yên BDPê biryar da ku “dema girtîbûnê wan pir dirêj e û mafê wan yê hilbijêrîyê hatîye binpê kirin” pênc parlamenterên BDPê hatin azad kirin.
Roja înê Parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim û Parlamenterê Ruhayê Îbrahim Bînîcî, roja Şemîyê jî parlamenterên Şirnexê Selma İrmak û Faysal Sariyildiz û parlamentere Wanê Kemal Aktaş ji girtîgehên Dîyarbekirê hatin berdan.
Parlementerê BDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jibo Dengê Amerîka got biryara azad kirina wan ne bi nîyeta erênî ya jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Jiber ku bi hezaran kesên ku sîyaseta Kurd didin meşandin hê jî di zinadanê de ne.
Birêz Sariyildiz destnîşan kir jiber ku bi awayek neheq hatin girtin, tu caran wan hêvîyê xwe bi dadgehan ve girênedane. Wî got di van çar pênc salên dawî de rêvebirên dewletê ji hiquqê dur ketin û hemî mekanizmaya hiqûqê kirin xizmeta xwe.