Lînkên eksesibilîtî

Davût Ak Êrîşên Li Ser Xwendekarên Kurd Dinirxîne


Xwendarên Kurd yên li gelek bajarên Tirkîyê ev demeke rastî êrîşên grubên tundre tên ku ev jî rastî nerazîbûnê tê.

Xwendekarên Kurd didin xuya kirin, ji destpêka meha 12’an ya sala 2013’an ve li zanîngehên 7 bajarên Tirkîyê, li dijî wan êrîş pêk hatine.

Herî herî dawî 2’yê meha 1’ê li bajarê Afyonê xwendekarê bi navê Halîl Çeçen rastî êrîşa grubeke qasî 50 kesan hat ku bi giranî birîndar e. Xwendekar van rûdanan wekî helwesteke sîyasî û plankirî dinirxînin.

Ji Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê xwendekar Davût Ak, li dema xwepêşandanekê rûdanên li dijî xwendekarên Kurd pêk tên ji Dengê Amerîka re nirxandin.

Wî dîyar kir, êrîşên dawî li dijî pêvajoya çareserîya pirsa Kurd in ku tê xwestin li hûndir Tirkîyê şerekê navxweyî destpê bike.

Davut Ak, herwiha bal kişand ser ku piştî operasyona 17’ê meha borî ya gendelîyê êrîşên li ser xwendekaran xurtir bûne.

XS
SM
MD
LG