Lînkên eksesibilîtî

Bengo: Vekişîna Endaman, Opozîsyona Sûrî Aloz Kir


Endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) Mihemed Xêr Bengo, civînên opozîsyona Sûrîyê yên Stenbolê ku ji 5’ê meha 1’ê ve didomin dinirxîne.

Birêz Bengo ji Dengê Amerîka re dide xuya kirin, wekî serokê opozîsyonê Ahmed Cerba jinûve hatiye hilbijartin, lê di civînên du rojan de li ser beşdarîya Cenev-2 û gelek babetên din gotûbêj pêk nehatine.

Ew dîyar dike, piştî hilbijartina seroktîyê sê cîgir hatine destnîşan kirin ku yek ji wan nûnerê ENKS’ê Sekreterê El-Partî Dr. Ebdûlhekîm Beşar e.

Endamê ENKS’ê dide zanîn, her çiqas ne rewa be jî qasî 40 endamên opozîsyonê yên nêzî Serokwezîrê Berê yê Sûrîyê Rîyad Hîcab û gruba Mistefa Sebax vekişîna xwe ragihandine ku ev jî bûye sedema opozîsyon nikaribe xwe ji Cenev-2 re amade bike.

Birêz Bengo bibîr dixe, ew dixwazin piştî danûstandinên Hewlêrê yên bi Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê (MRGK) re bi nêrîneke hevbeş beşdarî Cenev-2 bibin.

Ew balê dikişîne ser nakokîyên nav grubên opozîsyonê û dibêje, hîna ne dîyar e civînên Stenbolê bi çi rengî encam didin, lê ew hêvî dikin di civînên roja Sêşemê de hin babet zelal bibin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG