Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Roboskê bi Biryara Neşopandinê bi Dawî Hat


Dozgerîya Leşkerîyê Lêpirsîna Doza Roboskê bi dawî kir û di derheqê leşkerên bergûman de, biryar da ku leşker di çarçova kar û barên xwe de li gorî fermana ku hatîye dayîn tevgerîyane. Herwiha hatiye gotin "dema ku leşkerena wezîfeya xwe bi cî anîne ketine nav kêm û qisûran û xeletî rû daye.

Lê jiber vê xeletîyê sedemek tuneye jibo ku di heqê wan de doz were vekirin." Li ser vê yekê dozgerîya leşkeri biryara neşopandina lêpirsînê da.

Cîgira Hevserokên Partîya Aşitî û Demokrasîyê Meraş Daniş Beştaş di derbarê vê biryarê ji Dengê Amerîka re got “Jibo ku serê lêpirsînê digîje postên bilidin, du sal in lêpirsîn bi awayek girtî dewam dikei lewma jî lêpirsînê bidawî kirin."

Evuqat Beştaş ragihand jibo ku ev biryar were betal kirin, ewê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bixin, ger ji wir biryarek erênî dernekeve ewê dozê bibin Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê.

Ji gundê Roboskê Ferhat Encû ku di bobmeranê de tevî birayê wî bi dehan xizmê wî hatin kuştin got ew li hêvîya vê biryarê bûn. Wî îddia kir kesên ku fermana bombebaranê dane, Serfermandarê Tirkiyê Nejdet Ozel û Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan e. Jiber vê sedemê jî dozgerîya lekşerîyê dixwaze ser vê lêpirsînê bigre.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:28 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG