Lînkên eksesibilîtî

Hikûmeta Tirkîyê Cîhê Dehan Rêvebirên Polîsan Diguherîne


Ajansa Anadolu ya Tirkiyê ragihand ku bi kêmî ve du berpirsên polîsan li bajarê Îzmîrê ji postên xwe hatine dûr xistin.

Çend demjimêr berî jî, 25 kes di çarçova lêvekolîneke nû de li ser wergirtina bertîl û saxtekariyê hatibûn binçav kirin.

Ajansa Anadolu ragihand ku berpirsê polîsên Îzmîr û 16 karbidestên din roja Çarşemê ji postên xwe hatine ladan. Herwiha cîgirê berpirsê polîsê Îzmîrê şeva Sêşemê ji karî hate ladan.

Serkarladana wan polîsan, nîşana hindê ye ku hikûmet tola xwe li polîsan vedike, piştî polîsî dest bi lêkolînekê kir ku we pê diçe hikûmetê bike armanc.

Ew biryar di demekê de ye ku hikûmet herwiha bizavê dike ku bandora operasyoneke din ya li dijî gendeliyê sînordar bike, ku çend wezîrên berê û kesên nêzîkî serokwezîrê Tirkîyê recep Tayyîp Erdogan kiribû armanc.

Serokwezîr Erdogan ew wezîr guhertin, lê wî gotiye ku operasyona dijî gendeliyê planeke jibo zîyangihandin bi hikûmeta wî û soz daye ku bersîngê plangêran bigire.
XS
SM
MD
LG