Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Pirtir Alîkarî Dişîne Koreya Başûr


Pengatonê biryar da ku 800 leşkerên dî yên Amerîkî, tankên şer û amirên din yên leşkerî bişîne Koreya Başûr.

Ew biryar di demekê de hat ku Washington bizavê dike ku bersîngê her gefeka Koreya Bakur bigire.

Ev biryare di demekê de hate dan ku Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry li Washington ligel hevtayê xwe yê Koreya Başûrî kom bû.

Di wê civînê de, birêz Kerry got ku Washington her pêgîr e bi parastina Koreya Başûr.

Kerry got, em amade ne rû bi rûya her gefeyekê bibin.

Wezareta Berevanî ya Amerîkî di beyanamekê de ragihand ku leşkerên ser bi Batalyona 1ê ya artêşê, ku bingehê wan li Ft. Hood, Texas e, li roja 1ê Şubatê bo Koreya Başûr têne şandin.
XS
SM
MD
LG