Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistan Pîvanên Ewlekarîyê Xurtir Dike


Karbidestên Yunanistanê îro Çarşemê rêkên serekî yên Atîna ya paytaxt girtin, di demê de ku Yunanistan bi fermî seroktîya Yekîtîya Ewropî bo şeş mehan werdigire.

Merasîma wergirtina seroktîyê, nîvroya Çarşemê destpê kir bi amadebûna komîsyonerên Yekîtîya Ewropî bi rêbertîya Serokê Komîsyona Ewropî Jose Manuel Barroso.

Serokatîkirina Yekîtîya Ewropî ji layê Yunanistanê ve di demekê de ye ku ew welat rû bi rûya qeyraneke mezin ya aborî dibe.

Her ji ber birêveçûna wê merasîmê, karbidestên Yunanî encamdana xwepîşandanan bo 18 demijimêran qedexe kirîye.
XS
SM
MD
LG