Lînkên eksesibilîtî

Serokwezîrê Îraqî Daxwazê ji Kesên Gihiştine el Qayde li Anbarê ku Çekên Xwe Danên


Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî daxwazê li hemû wan kesan dike ku gihiştîne el Qayde û nuke ji layê leşkerên Îraqî ve li Anbarê hatîne dorpêçkirin, ku çekên xwe danên... wek amajeyek jibo îtîmala ragihandina biryareke lêxweşbûnê, eger endamên El Qayde dest ji şerî berden.

Malikî got, eger kesên ku ji layê El Qayde ve bo nav terorismê hatîne rakêşan, dest ji El Qayde berden... li wî demî, hikûmeta wî rûpeleke nû vedike jibo serederîkirin li gel wan, li gorî gotina Serokwezîrê Îraqî.

Di gotareke televizyonî de evro Çarşemê, Malikî soz da ku şerê pîroz, her wekî wî got, li dijî komela bi navê Dewleta Îslamî li Îraqê û Şamê ya ser bi El Qayde berdewam bike.

Serokwezîrê Îraqî herwiha soz da ku herdu bajarên Felluce û Remadî li parêzgeha Anbarê kontrol biketeve, piştî ku ew du bajar li heyva bihurî ketine bin destê çekdarên El Qayde.
XS
SM
MD
LG