Lînkên eksesibilîtî

Cansiz û Hevalên Wê li Dîyarbekirê Hatin Bîranîn


Di salvegera qetilkirina sê çalakvanên Kurd yên jin Sakine Cansiz, Fidan Doga û Leyla Şalyemez, li Dîyarbekirê meşek hat lidarxistin.

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak îddia kir kuştina Sakine Cansiz û hevalên wê li Enqerê hatîye plan kirin û bi hevkarîya Tirkîyê û dewletên Ewropa pêk hatiye.

Kişanak di berdewamîya axaftina xwê de îddia kir berîya kuştinan, bergûmanê bûyerê Omer Guney tê Enqerê û li wir bi hin karbidestên dewletê û rêvebirên polîsan re hevdîtinan dike.

Kişanak got serokwezir dizane ku ew hevdîtin bi kê re hatine kirin, lê van zanyarîyan eşkere nake, jiber ku dixwazin ser vê lêpirsînê bigirin.

Gultan Kişanak di dawîya axaftina xwe de girtina lêpirsîna Doza Roboskê jî bîrxist:

"Serfermandarê Tirkîyê talîmata qetilkirina Roboskîyan da û Serokwezir jî erê kir. Li Roboskê li dijî mirovahîyê sûceke mezin hatîye kirin. Divê Tirkîye jiber vân sûcan li Dadageha Navnetewî ya Cezayê were dad kirin. "

XS
SM
MD
LG