Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Hizbullah Karîna Xwe ya Mûşekan Baştir Kiriye


General Emîr Elî Hecîzade
Komandarekî Pasevanên Şoreşa Îslamî li Îranê roja Şemîyê got, koma mîlîtan ya Libnanî, Hizbullah karînên xwe yên mûşekan baştir kiriye û nuha dikare hemû deveran li Îsraîlê bike armanc.

General Emîr Elî Hecîzade, serekê beşê asmanî yên Pasevanan, got ewê Îsraîlî hêza nû ya Hizbullahê bibînine eger şerekî nû di navbera herdu alîyan de çê bibe. Wî herwiha got, komandarê Hizbullah Hesen el Lqîs, yê ku hate kuştin, roleke girîng di pêşxistina hêza leşkerî ya koma xwe de lîstibû. Gotinên Hecîzade li ser malpera Pasevanên Şoreşa Îslamî hatin belavkirin.

El Leqîs meha bûrî li başûrê Beyrûtê hate kuştin. Rêberên leşkerî yên Pasevanên Îranî, di nav de General Qasim Silêmanî, karbidestê Hêzên Quds, vê hefteyê li helkefteke bîranaîna komandarê kuştî li Tehranê amade bûbûn.

El Leqîs yê ku wekî pisporê teknolojî yê Hizbullah dihate dîtin, têkçûneke mezin bû jibo grupê. Hizbullahê Îsraîl bi kuştina wî tawanbar kiriye.
XS
SM
MD
LG