Lînkên eksesibilîtî

Balyozê Îraqê li Amerîka: Îraq Daxwaza Alîkarîya Rûsya Dike


Luqman Feylî, balyozê Îraq li Amerîka
Çend rojan piştî ku mîlîtanên el Qayde ala xwe li ser avahîyên hikûmetê li Fellûce bilind kirin, balyozê Îraqê li Amerîka dibêje ku welatê wî berê xwe daye Rûsya jibo alîkarîyê.

Di hevpeyvînekê de ligel Beşê Farisê yê Dengê Amerîka, Luqman Feylî dibêje, girtina vê dawîyê ser Fellûce û hinek deverên din yên parêzgeha Enbar ji alîyê terorîstan ve, li pêdivîyeke nav hikûmeta Îraqê peyda kiriye.

Birêz Feylî dibêje, em ne mecbûr in ligel hevparekî tenê kar bikin, çi Îranî bin, an jî Amerîka, an Rûs, an jî Fransî.

Koçka Spî banga alîkarîya leşkerî bo Îraqê kiriye, lê ev çend meh in qanûndanerên Amerîka rê li ber erêkirina şandina helîkopterên Apache bo Îraqê girtine.

Qanûndaner dixwazin piştrast bikin ku ev firoke dê li dijî welatîyên sivîl yên Îraqî neyên bikaranîn.

Jibo guhdarîkirina vê raportê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

XS
SM
MD
LG