Lînkên eksesibilîtî

Piştî 7 salên bê huşîyê Serekwezîrê berê yê Îsrailê Ariel Şaron wexera dawî kir.

Serekwezîrê berê yê Îsraîlê Ariel Şaron di jîyê 85 salîyê de oxira dawî kir. Ew ji sala 2006'ê were ji ser hişê xwe çûbû, piştî celteyeke mejî ya bi hêza lêdayî.

Serok Barack Obama û xanima yekê xema xwe gihandin xanima birêz Şaron û sozên neguherên Amerîka jibo ewlehîya Îsaraîlê dubare kirin. Rêberên din yê cîhanê jî peyamên serxweşîyê ji binemala wî û gelê Îsraîlê re dihinêrin û pesna rolê wî yê giring didin di dîroka Îsraîlê de.

Sekretêrê Giştî yê N.Y Ban Ki-moon got, Şaron qehremanê gelê xwe bû.

Lê Filestînîyên wî bi dijmineke kevnar nas dikirin kêfxweşîya xwe bi peyamê mirina wî re xweya dikin.

Rêberên Filistînê ku bi dirêjahîya desthilata Şaronî dijî wî bûn, ew şermezar kirin. Komela Hemas got, ew zordar bû. Rêberê Fetih ew wek tawanbar da naskirin û mixabinya xwe dîyar kir ku ew neçû pêş Dadgeha Navneteweyî ya Tawanên Şer.

Jibo agehdarî kurtîyeka jîyan û paşmaya Ariel Şaron guh bide vê raportê.
XS
SM
MD
LG