Lînkên eksesibilîtî

Sekreterê Giştî yê NY Digel Karbidestên Îraqê Kom bu


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Kî-moon rijdiyê li rêberên Îraqê dike ku binêrne agerên serekî yên ku bûne sedema zêdebûne xwînrijtinê li wî welatî, ku ewey sala 2008 ê, çi caran wek niha gelê Îraqê rastî tundtûjûjîyan nehatiye.

Rêzdar Ban roja Dûşembê li Bexdayê digel Serokwezîrê Îraqê Nourî al Malikî civya û çaverê tê kirin digel rêberên din jî kom bibe.

Rêzdar Ban got, ew bi taybet aloze ji xerabûna destûdarê ewlehiyê li hindek deverên Îraqê û ji ber mirina xelkê Îraqê yê biguneh gelek xemgîne.

Li konfransek rojnamevanî de digel rêzdar Malîkî, Sekreterê Giştî yê NY got, wan behsa destûdarê ewlekariyê û siyasî li Îraqê kir, herweha helbijartên parlimanî li meha çar Nîsanê, peywedîyên navbara hikûmeta navendîya Îraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê, têkelîyên digel Kuwêtê, û destûdarê Sûrîya cîran.
XS
SM
MD
LG