Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dema Binaxkirina Şaron Du Roket ji Xezayê Hatin Avêtin


Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Ariel Sharon roja Duşemê li zevîyê malbata xwe hate binaxkirin, li dema ku mîlîtanên Xezayê du roket avêtin deverekê nêzîkî zevî.

Binaxkirina rêberê 85 salî, yê ku roja Şemîyê mir piştî çend salan li jêr komayê, roja Duşemê pêk hat, tenê 10 kîlometran dûrî Kerta Xezayê. Bi sedan kes beşdarî rêwresma veşartinê bûn, tevî gefeyên ewlekarîyê.

Karbidestên leşkerî dibêjin, wan tolhildana herdu roketên ji Xezayê bi du êrîşên li ser naverast û başûrê herêma Filestînî kirine. Ti agahî derbarê ziyanên ji herdu bûyeran bidest neketine.

Wexteke zûtir roja Duşemê, li rêwresma fermî ya birêz Şaron li Orşelîmê, Serokê Îsraîlî Şîmon Peres got ku serokwezîrê berê ticarî bihna vendida, jiber ku hergav jibo xizmeta xelkên welêt xebat dikir. Birêz Peres got ku Şaron “beşekî nejibirîkirî” li dîroka Îsraîlê zêde kir.

Serokwezîrê nuha yê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu jî got, wî hergav ligel birêz Şaron lihev nedikir, lê wî pêgirîya serokwezîrê berî xwe bo ewlekarîya Îsraîlê nîşan da.
XS
SM
MD
LG