Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Demkî yê CAR: Ez ligel Çekdaran Kom Bûm


Serokê demkî yê nû li Komara Naverasta Afrîkayê (CAR) dibêje ew gavinan davêje jibo vegerîna ewlekarîyê li paytexta welêt, Bangui.

Ev bûye şeş hefte ku bajêr rastî tundûtûjîyeke etnîkî û siyasî hatiye ku di encama wê de nêzîkî 500 hezar rûniştvan ji malên xwe revîyane.

Di hevpeyvînekê de ligel Beşê Fransî bo Afrîkayê yê Dengê Amerîka, Alexander Nguendet dibêje ku ew roja Yekşemê ligel mîlîtanên xwecihî kom bû, bi gotinên wî, bi wan re lihev kir ku aştîyê pêk bînin.

Birêz Nguendet got, ew herwiha tîmeke taybet ligel polîs û hêzên ewlekarîyê çê dike, da ku qanûn careke din were vegerandin.
XS
SM
MD
LG