Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Siyasetmedarên Îranê Kêfxweş in Hemberî Rêkeftina Navokî


Reformxwaz û parêzkarên naverast yên Îranê roja Duşemê bixêrhatina rêkeftinekê li navbera Îran û şeş hêzên mezin yên cîhanê kirin, li ser çawanîya bicîanîna peymana navokî ku li Novembera bû pêk hatibû. Lê belê, tundrêyên Komara Îslamî dijberîya vê gavê kirin.

Grupa şeş endam, anku pênc endamên herdem yên civata ewlekarîya NY û Almanya, ligel Îranê lihev kirin ku ji 20ê mehê de dest bi pêkanîna xalên peymanak dîrokî bikin. Ew yek dê şeş mehan dirêj bike heta ku herdu alî bigihêjin peymaneke dûmahîk li ser programa Îranê ya navokî.

Aladîn Borûjerdî, serekê Komîteya Ewlekarîya Niştimanî û Siyaseta Derve li parlamana Îranê got ku pêkanîna peymanê derîyên nû ji Îranê re vedike û rê amade dike li ber berfirehkirina danûstandinên abûrî ligel cîhana jiderve.

Lê tundrêyên Îranê ev rêkeftin wekî xelateke jehrkirî binav kirin.

Li paytexta Libnanî, Beyrût, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Jewad Zerîf got ku pirsgirêka vê yekê ew e ku bawerî li nav Îranê bi vê yekê tune ye, ne ku girêdayî programa navokî ye.

Rêberê Bilind yê Îranê Ayetollah Alî Xameneî jî, ku gotina dawî derbarê her pirsgirêkeke welêt di dest wî de ye, piştgirîya tîma danûstandinên navokî dike û ew wekî kurên şoreşê binav kirin.

Li jêr vê peymanê, Îran qebûl kiriye ku tîrkirina Yûranyomê bi rêjeya 20 ji sedî rawestîne. Ev rêja Îran dûrî egera avakirina çekên navokî dixîne.
XS
SM
MD
LG