Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îranê Serdana Îraqê Kir


Wezîrê Derve yê Îranê roja Sêşemê serdana Îraqê kir û bi karbidestên wî welatî re civiya.

Mihemed Cewad Zerîf roja Sêşemê li Bexdayê ligel Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî kom bû.

Di peyameke nivîskî de, ofîsa Serokwezîrê Îraqî ragihand ku di civînê de pirsên herêmê û krîza Sûriyê hatine gotûbêjkirin.

Li gorî wê peyamê, Wezîrê Derve yê Îranê got ku Tehran bi hemû şiyanên xwe kar dike jibo çareserkirina krîza Sûriyê bi rêyên siyasî.

Serdana Wezîrê Derve yê Îranê bo Îraqê di demekê de ye ku şer û pevçûna navbera hêzên hikûmeta Îraqê ya bi rêberatiya Şîeyan û çekdarên Sunnî li parêzgeha Anbarê berdewam e.

Îran hevalbenda sereke ya hikûmeta Îraqê ye.
XS
SM
MD
LG