Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Rejîma Sûriyê û Îranê Kom Dibin


Serokê Sûrî Beşar El Esed û Wezîrê Derve yê Îranî li Şamê kom bûn jibo encamdana gotûbêjan li ser konferansa taybet bi aştiyê li Sûriyê ku biryar e li heftiya bihêt bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyê li Jinêvayê birêve biçe, di bizavekê de jibo vedîtina çareseriyeke siyasî bo şerê sê salî li Sûriyê.

Îran hevalbenda sereke ya rejîma Esed e û bawer dihête kirin ku her ji destpêka krîza Sûriyê li Adara 2011ê heta îro, çek û bi milyara dollar dane Esed.

Televizyona ser bi rejîmê ragihand ku Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf piştgirîya Tehranê bo hikûmeta Esed ragihand jibo serxistina konferansa aştiyê.

Biryar e ku ew konferans li roja 22ê heyva 1 li bajarê Montreux, li Swîsrayê birêve biçe.

Heta nuke, Neteweyên Yekgirtî daxwazname pêşkeşî Îranê nekiriye ku di konferansa aştiya Sûriyê de beşdar be.

Çavdêrên siyasî dibêjin ku delîveyeke kêm heye jibo serkeftina wê knoferansê.
XS
SM
MD
LG