Lînkên eksesibilîtî

N.Y. Daxwaza 6.5 Milyar Dolaran Jibo Alîkariya Gelê Sûriyê Dike


Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî moon dibêje ku welatên civaka navneteweyî soz daye pitir ji 2 milyar û 400 milyon dolaran pêşkeşî penaberên Sûrî bikin.

Birêz Ban evro Çarşemê ev daxuyanî da piştî konferanseke navneteweyî li Kuweytê, di çarçova bizavên N.Y. jibo komkirina 6 milyar û 500 milyon dolaran di vê salê de jibo alîkariya gelê Sûriyê.

Di gotarekê de, Birêz Ban got ku jiber wê qeyranê, Sûriye bi dehan salan paşve çûye.
Her di wê konferansê de, hikûmeta Kuweytê soz da ku 500 milyon dollaran bidete penaberên Sûriyê û Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry jî soza 380 milyon dolarên dî da bo gelê Sûriyê. Ev jî bi wê manayê dihêt ku her ji destpêka krîza Sûriyê, Amerîka 1 milyar û 7 milyon dollar pêşkeşî gelê Sûriyê kiriye.

Neteweyên Yekbûyî radigihînit ku pitir ji neh milyon Sûrî neçar bûne malên xwe bihêlin û, ji wan 2 milyon û 300 hezar Sûrî revîne welatên cîran.
XS
SM
MD
LG