Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Libnan Rêberekê Komeleke ser bi El Qayde Digire


Artêşa Libnanê ragihand ku rêberekî komeleke ser bi El Qayde ji layê leşkeran ve hate girtin.

Artêşê ragihand ku Cemal Defterdar ji komeleya bi navê Ketayb Abdullah Ezzam di operasyoneke leşkerî de li gundekî rojhilata Libnanê, li nêzîkî sînorê Sûriyê hate girtin.

Artêşê herwiha ragihand ku çekdarekî din di wê operasyonê de hate kuştin.

Girtina Defterdar, di demekê de ye ku Ketayb Abullah Ezzam duhî Sêşemî gefe li Îran û Hizbullah ya Libnanî kir, piştî mirina rêberê wê li Libnanê.

Rêber Macid El Macîd heyva bihurî ji layê arêtşa Libnanê ve hate giritn û karbidest dibêjin ku ew li nexweşxaneke leşkerî li Beyrutê giyanê xwe ji dest da bi sedema nexweşiyeke dem-dirêj.
XS
SM
MD
LG