Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîneke Lubnanê de Kuştî û Birîndar Hene


Di peqîna bombeyeke otomolî de, herî kêm 3 kes li bakurê rojhilata Lubnanê hatine kuştin. Di peqînê de herwiha 20 kesên din jî birîndar bûn.

Peqîn li nêzîkî avahîyeke hikûmetê li Hermel qewimî ku ew bajarok jî wek piştevana Hîzbullah tê nasîn.

Hermel hember Qasair ya sînora Sûrîyê. Şervanên Hîzbullah Tîrmeha borî alîkarîya hêzên Sûrî kir ku dever ji serhildayan bistîne û bêxe bin kontrolê.

Şervanên Hîzbullah bi eşkereyî li Sûrîyê şer dikin û ew yek jî bû sedema girjî û alozîya navbera civaka Şîa û Sunnî yên Lubnanê.
XS
SM
MD
LG