Lînkên eksesibilîtî

Opozîsyona Sûrî Îro Biryara Tevlîbûna Cenevre Dide


Opozîsyona serekî ya Sûrî ya bi piştgirîya welatên Rojava îro dengdanê dike ku beşdarî danûstandinên Cenevre bike yan ne.

Hevpeymanîya Netewî ya Sûrî kombûna xwe li Stenbolê dike, di nav zext û giwaştina Amerîka ku daxwaze hevalbendî li Cenevre amade be.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry do Pêncşemê got, ew danîstandin wê rêka herî baş bin, jibo cîhanîna soreş û armanca gelê Sûrîyê.

Rêberên hevrik heta niha red kirin ku beşdarî konferansê bin, berî ku Serok Beşar Esed soza karvekêşanê bide.
XS
SM
MD
LG