Lînkên eksesibilîtî

Dadwerekî ser bi El Qayîde li Malî Hate Girtin


Nexşeya Malî
Desthilatdarên welatê Malî dibêjin, hêzên hikûmetê dadwerekî el Qayîde li bajarê Timbuktu girtine.

Dadwer li dadgeheke Îslamî sizayên tund dide, dema ku bajêr li jêr kontrola cîhadîyan bû.

Hikûmetê di daxuyanîyekê de ragihand ku hêzên Malî Houka Ag Alfousseyni roja Înîyê li herêma Timbuktu desteser kirin.

Ag Alfousseyni wekî dadwer ji alîyê el Qayîde li Mexriba Îslamî hatibû danîn, dema ku Îslamîyên tundrê di sala 2012’ê de bakurê Malî kontrol kiribûn.

Operasyoneke leşkerî bi serkêşîya Fransa sala bûrî cîhadî ji desthilatê avêtibû, lê gelek ji wan dagerîyane beyabana derdora wê herêmê.

Li dema desthilatdarîya tundrêyan li Timbuktu, Şerîeta Îslamî hatibû ferzkirin. Lêdan li jinan dihate kirin jibo derketina ji derve bêy serê xwe binixumînin û mêrek jî li ser tawana kuştinê li ber her kesî hateibû bidarvekirin.
XS
SM
MD
LG