Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Mîlîtanekî Filestînî Dike Armanc


Artêşa Îsraîlê dibêje ku wê êrîşeke asmanî li bakurê Kerta Xezayê pêk anîye û mîlîtanekî Filestînî kiriye amanc. Îsraîl dibêje, wî mîlîtanî hefteya bûrî roket avêtibûn Îsraîlê.

Hêza asmanî ya Îsraîlî ku wê Ehmed Se’ed yê 22 salî ji koma Cîhada Îslamî kire armanc. Îsraîl dibêje, Se’ed roja Pêncşemê roket avêtibûn bajarê Aşkelon li başûrê Îsraîlê. Îsraîl herwiha dibêje, ew roket ji alîyê sîstema berevanîya mûşekan ya Îsraîlê ve hatibûn dîtin. Artêşa Îsraîlî Se’ed bi plankirina êrîşekê li dijî Îsraîlê tawanbar kir.

Ajansa Associated Press ya nûçeyan radigihîne ku karbidestekî Cîhada Îslamî piştrast kir ku Ehmed Se’ed roja Yekşemê hate armanckirin.

Desthilatdar dibêjin, di encamê de Se’ed rastî çend birînên giran hate, û zarokekî 12 li nêzîk cihê bûyerê rastî hinek birînên sivik bû.
XS
SM
MD
LG