Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dennis Rodman jiber Alkoholê Dikeve Navendeke Saxlemîyê


Stêra basketbola Amerîka Dennis Rodman yê xaneşîn kete programekî dermankirina ji alkoholê piştî ji serdanekê bo Koreya Bakur vegerîya Amerîka. Di serdana xwe de Rodman yarîyek bi helkefta rojbûna rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un lîst.

Berdevkê Rodman, Darren Prince, roja Şemîyê got ku Rodman ji ber xwe ve çû navenda saxlemîyê. Wî cihê navendî eşkere nekir û negot ewê Rodman çiqasî li wir bimîne.

Li dema li vê geşta xwe ya “diplomasîya Basketbolê” bû, wekî ku ew binav dike, Rodman hevpeyvîneke bêserûber û ne normal da televizyona CNN ku tê de bi şêweyekî nerasterast da xuya kirin ku hemwelatîyekî Amerîkî hêja bû ku li Koreya Bakur hatîye girtin.

Piştî wê yekê, ajanekî Rodman got ku ew rojeke dijwar bû û Rodman berî hevpeyvînê alkohol vedixwar.

Duşema bûrî, Rodman li firîngeha Pekînê li Çînê ji rojnamevanan re got ku cihê mixabinîyê bû ku wî nikarîbû bibe alîkar hemwelatîyê Amerîkî Kenneth Bae azad bike, yê ku jibo 15 salan karê zehmet li Koreya Bakur hate siza kirin, bi tawana hewildana roxandina hikûmetê.

Rodman got ku ew ne diplomat e û ji cîhanê xwest ku rojekê tenê siyasetê bidin alîyekî.
XS
SM
MD
LG