Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hisên: ENKS Hewil Dide Mafên Kurdan Zêdetir Werin Qebûl Kirin


Guman Hisên
Guman Hisên
Nûnerê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) Guman Hisên dibêje, jiber ku dema civandina 'Jinêva 2' pir nêz bûye, ne pêkan e li nav opozîsyona Sûrîyê gotûbêjên fireh li ser mafê Kurdan werin kirin.
Endamê Mekteba Sîyasî yê Partîya Demokrat a Kurd (PDKS), civînên opozîsyona Sûrîyê yên li Stenbolê ji Dengê Amerîka re nirxandin.
Wî da xuya kirin, bi ragihandina beşdariya Cenev 2’yê ya opozîsyona Sûrîyê re ew jî bi navê ENKS’ê hewil didin mafên Kurdan zêdetir li 'Jinêva 2' werin qebûl kirin.
Nûnerê ENKS’ê bibîr xist, ger ji xeynî şanda Hevpeymanîya Opozîsyona Sûrî şanadeke din ji opozîsyonê beşdar bibe, wê Kurd jî daxwaz bikin ku bi şandeke taybet herin Jinêvayê.
Wî da zanîn, li civînên berdewam hewildanên jibo vegera 44 endamên ji opozîsyonê veqetîyane berdewam dikin.
Birêz Hisên herwiha bal kişand ser biryara bi yek şandê beşdarîya Kurdan û got, “ne opozîsyona Sûrîyê, lê Heyeta Temsîlî ya Konferansê biryarê dide ku ew jî li demek nêz zelal dibe.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:47 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG