Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqînan li Bexdayê 21 Kes Kuştine


Li Abu Deşîr teqîna otombêleka bombkirî 7 kes kuştin û 18 yên dî birîndar kirin û li Kerkukê teqînan 2 kes kuştin.

Karbidestên Îraqê dibêjin, jimareka teqînan li Bexdayê 21 kes kuştin û bi dehan birîndar kirin îro roja dûşem li demê kû hêzên ewlehîyê şeran digel milîtanên Sûnî li dor û berên bajarên Feluce û Remadî dikin.

Hêrîşa pitir xuînî li rendeka Abu Deşîr li başura Bexdayê bû. Teqîna otombêleka bombkirî 7 kes kuştin û 18 yên dî birîndar kirin. Li Kerkukê jî teqîna 2 bomban 2 kes kuştin.

Li heman dem milîtanên girêdayî al-Qaide desthilata xwe liser bajarê Feluce qeyim dikin. Hêzên ser bi Dewlet al-Îraq al-Îslamîye hêzên hikumetê jê derxistne û çend ji karbidestên polîsan û serok êlên bajar girtine û jibo ciza kirina wan dadgehek Îslamî damezrandine.
XS
SM
MD
LG