Lînkên eksesibilîtî

Rikaberîya Sûrî Pişikdarîya Îranê di Jenêva 2 de Ret Dike


HNS: Ew amadey danûstandinên aştîyê na be eger N.Y heta 19:00 demê London biryara daxwazkrina Îranê pûç neke.

Rikaberîya Sûrî ya bi piştevanîyêa Rojava gefye kirine pişikdarîyê di konfiransê aştîyê de li Jenêva neke eger Netewên Yekgirtî ji biryara xwe bo daxwazkirina Îranê peşîman ne be.

Hevbendîya Niştimanîya Sûrî dibêjit, ew amadey danûstandinên aştîyê na be eger N.Y heta demjimêr 19:00 demê London îro dûşem biryara daxwazkrina Îranê pûç neke.

Amerîka, Firans û Erebistana Saudî pişikdarîya Îranê di konfiransê Jenêva 2 de ret dikin kû li bere roja çerşem li Siwîsrayê bê kirin. Ew dibêjin dive Îran razî be liser damezrandina hikumeta demê veguhastinê li Sûrîyê kû bibe xwedan desthilata hukimranîyê.

Sekretêrê Giştîyê N.Y Ban Ki-moon dibêjit, daxwazkirina Îranê piştî hindê bû kû Îranê piştrastkirin dan kû wê sozê pesend dike.

Lê wezareta derve ya Îranê îro dûşem got, wê daxwaz pesend kir bêy mercên pêşwext.
XS
SM
MD
LG