Lînkên eksesibilîtî

NY: Dibe ku Tawanên Şer li Sudana Başûr Pêk Hatibin


Cîgirê Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Mafên Mirovan Ivan Simonovic hefteya bûrî serdna Sudana Başûr kir. Wî got ku rewş li wir gelekî xirab e û gelek binpêkirin binav kirin, wekî kuştin, bidarvekirin, tundûtûjîya seksî, talankirin û bikaranîna leşkerên zarok.

Simonivic got , dibe ku raporta destpêkî nikaribe kesên bepirs nîşan bide, û dibe ku ew yek demeke dirêjtir bixwe. Wî herwiha bal kişand ku Yekîtîya Afrîkayê pêşniyar kiriye ku Komîsyoneke Lêpirsînê were damezrandin da ku vekolîna van binpêkirinan bike û koka nakokîyê derxîne.

Tundûtûjî li nîvê Dîsembera bûrî li vî welatê nû destpê kir, dema ku Serok Salva Kiir cîgirê xwe yê berê Reick Maşar bi hewildana derbeyeke leşkerî tawanbar kir. Maşar ev yek red kiriye. Ji wê çaxê de, nakokî bûye şerekî neteweyî yê tund ku gelê Dinka danîye hember gelê Nuer. Di encama wê de jimareke mezin ji sivîlan hatiye kuştin an jî ji malên xwe hatine derxistin.

Bêtir zanîn di vê raporta jêrîn de.

XS
SM
MD
LG