Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirya Devera Cezîrê ya Kurdî li Sûriyê Hat Ragihandin


Devera Cezîrê ya Kurdî li Sûriyê rêveberiya demî ragihand ku ji serok û 2 cêgirên wî û 22 wezîran pêk tê.

Rêveberî roja Sêşembî li bajarê Amûdê hat ragihandin û biryare ku navenda wê Qamişlo be û her sê zimanên Kurdî, Erebî û Siryanî zimanên fermî bin.

Ekrem Hiso endamê Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê serokê rêveberiya demî ya Cizîrê ye û Dr. Hisên Ezam ku kesatiyekê Erebe û Elîzabet Korî ku kesatiyeke Krîstyane wek cêgirên wî hatin danan.

Çaverê tê kirin ku ev ragihandine rêkê xweş bike bo ragihandina rêveberiyan li herdu deverên din yên Kurdên Sûriyê, Kobanê û Efrînê.
XS
SM
MD
LG