Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevdem Digel Konferansa Aştîyê, Tundûtujî li Sûrîyê Berdewam e


Bizavkar û ragihandina dewleta Sûrî radgehînin ku li çend deverên Sûriyê şer û lêkdan qewmîne, ew jî di demekî de ku konferansek bo aştîyê bo bi dawî anîna şerê navxwe yê nêzîkî sê salan li Swîsra destpêkir ye.

Rêkxistina mafên mirovan ya Sûrî bingeh li Brîtanya ragihand ku roja Çarşembî îro lêkdan çêbûne navbera hêzên hikûmetê û şerkerên oposizyonê li dewrûberên Şamê, Deraa li başûr, Idilb û Helebê li bakûr û Homsê li naverasta wî welatî.

Ajansa peyaman ya dewletê SANA dibêje ku hêzên hikûmetê şerê terorîstan kir li parêzgeha Idilbê ku li wêrê çend şerker hatin kuştin ku ji Çeçanê, Misrê, Tirkiye, Bosniya û Îraqê hatibûn.

Bi aliyekê di, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yêkgirtî Ban Kî-moon îro Konferansa aştîyê li Montreux li Swîsra destpêkir û got peydakirin çareyeke bi aştî dê ya bi gelek zehmet bit, lê amedebûne nûnerên Sûrî li konferansekê hîviyekê dide.
XS
SM
MD
LG