Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sudana Başûr Opozisyonê bi Kuştina Nexweşan Tawanbar Dike


Karbidestên Sudana Başûr hêzên dijî hikûmetê bi kuştina 127 nexweşên nexweşxaneyekê li Bor tawanbar kirin.

Bor bajarokekî stratejîk e ku ji nîvê Dîsembera bûrî ve ji dema ku şer destpê kiriye, çend caran desthilatdarîya wê hatiye guhertin.

Hikûmetê roja Çarşemê got ku nexweş li dema êrîşekê li meha bûrî ji alîyê hêzên ser bi cîgirê berê yê serok Riek Machar ve pêk hat.

Nûnerê opozisyonê Hisên Mar Nyot ev tawanbarî red kirin. di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, wî got ku hikûmet vê propagandayê durist dike û daxuyanîyên germ derdixe.

Wî ji Ethiopiayê ev gotin kirin, cihê ku komeke herêmî ya Afrîkî bi navê IGAD hewil dide ku agirbestekê di navbera hikûmet û opozisyonê de pêk bîne.

Şerekî bi tifingan li Dîsemberê li ser bingeheke artêşê li Juba, paytexta Sudana Başûr, bû sedema pêketina vê krîzê. Serok Salva Kiir, Machar bi hewildana derbeyeke leşkerî tawanbar kir, lê Machar ev yek red kir.
XS
SM
MD
LG