Cenazeyê 2 Kurdên ku 19 sal berê li navçeya Mêrdînê, Qoserê ji alîyê leşkeran ve hatibûn binçav kirin û kuştin, li Stenbolê bi girseyî hatin defin kirin.
Malbata her du kuştîyan, bi mebesta ku hîn li gundê wan cerdevanî berdewam e û tevahîya malbatê koçberî Stenbolê bûye, cenazeyên xwe li vî bajarî spartin axê.
Li Parka Hecî Husrev ya Beyogluya Stenbolê jî berî çûyîna goristanê bi beşdarîya rêvebirên komele, dezgehên sivîl û Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) bi tevlîbûna girseyeke bêhtirî hezar kesan merasîmek pêk hat.
Hevserokê BDP’ê yê bajarê Stenbolê Emrullah Bîngul li merasîmê bibîr xist, wan heta niha digot, bi hezaran kesên winda ji alîyê hêzên dewletê ve hatine kuştin, lê qebûl nedikirin ku niha jî gorên komî vê yekê îsbat dikin.
Ji Komîsyona Windayan ya Komela Mafê Mirovan Xanim Tosun jî dîyar kir, “em hêvî dikin hestîyên hemû windayîyên xwe bibînin da ku hesreta salan dawî bibe.”
Birayê Nejat û birazîyê Nurettîn Yalçinkaya li ser revandin, kuştin û dîtina cenazeyan ji Dengê Amerîka re agahî parve kirin.
Wî got, di goreke komî ya li gundekî Qoserê hestîyên 52 kesan hatine dîtin ku heta niha tenê xwedîyê 3 kesan derketine holê.
Ji malbatê Muştakadîr Yalçinkaya jî ji Dengê Amerîka re got, "piştî 19 salan wan hestîyên xizmên xwe dîtine, lê birîn û xemgînîya wan jî jinûve der bûye."