Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmet û Opozisyona Sûrî Rû bi Rû li Jinêvê Kom Dibe


Enes Ebdî, endamê opozisyonê ji rojnamevanan re behsa civîna ligel hikûmeta Sûrî dike.
Enes Ebdî, endamê opozisyonê ji rojnamevanan re behsa civîna ligel hikûmeta Sûrî dike.
Nûnerên hikûmet û opozisyona Sûrî rû bi rû roja Şemîyê bi demeke kurt lihev kom bûn, di yekem civîna hevbeş de bi mebesta çareserkirina şerê navxweyî yê Sûrî ku ev sê sal in berdewam e.

Karbidest dibêjin, civîna yekê li Jinêvê tenê dora 30 deqeyan dirêj kir, tê de nûnerê Neteweyên Yekbûyî Lexder Brahîmî tenê daxivî.

Civîneke din jî piştî nîvro lidar ket ku tê de herdu alî li ser pirsgirêkên mirovahî ligel Brahîmî axivîn.

Hikûmeta Sûrîyê gefe xwaribûn ku ji gotûbêjên ligel opozisyonê vekişe, eger herdu alî heta Şemîyê dest bi “kombûnên cidî” nekirin, wekî ku got. Opozisyonê jî gotiye ku ew danûstandinên rasterast ligel hikûmeta Sûrî neke, bêy ku hikûmet bi çûna Serok Beşar Esed ji desthilatê qayîl bibe.

Şamê ev yek red kiriye û serhilda bi piştgirîya terorê tawanbar kiriye.

Li roja Înîyê, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry rexneya xwe bo Esed zêdetir kir û ew “wekî piştgirê terorê” binav kir. Birêz Kerry herwiha got ku Esed “yekcar nema dikare rewatîya xwe vegerîne” da ku carek din welatê xwe lihev bîne.
XS
SM
MD
LG