Lînkên eksesibilîtî

Êrîşeke bi Hawinan 6 Kes li Îraqê Kuştin


Karbidestên Îraqê dibêjin, bombeyên hawin roja şemîyê 6 kes li gundekî Şîa yê nêzîk bajarê Baqûbe kuştin.

5 ji qurbanîyan endamên malbatekê bûn, xanimek û zarokek di nav wan de hebûn.
Ti kesî berpisyarîya xwe ji êrîşa bombeyên hawinê eşkere nekirîye.

Ew êrîşa kujer li bakurê rojhilata Bexdayê, dawîtirîn rûdan bû di çend mehên tundûtûjîyê de li Îraqê.
XS
SM
MD
LG