Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Salvegera Serhildana Misirê de 49 Kes Hatin Kuştin


Karbidestên Misirî dibêjin, li dema pîrozkirina salvegera sêyem ya serhildana Misirî ku tê de Hunsî Mubarek ji desthilatê hate avêtin, pevçûn derketin û di encama wan de bi kêmî 49 kes hatin kuştin.

Desthilatdaran roja Yekşemê gotin ku ew kuştin li nav dirêjahiya 24 demjimêran pêk hatin, li dema ku çalakvanên dijî hikûmetê şerê hêzên ewlekarî û piştgirên hikûmetê kirin.

Gelek ji kesên ku derketibûn salvegera serhildana Misirî li Qada Tehrîr pîroz bikin, alayên niştimanî hil dan û soza piştgirîya Wezîrê Berevanîyê û rêberê defakto General Ebdulfetah el Sîsî kirin. hinekan ji bang li el Sîsî dikin ku xwe jibo serokatîyê berbijêre.

Li deverên din yên Qahîre û bajarên din yên Misirê, polîsan gaza îsotê û gule berdan asmanî da ku xwepêşandinên dijî hikûmetê ji hev belav bikin. Tê gotin ku dora 250 kesî jî di wan pevçûnan de birîndar bûne.
XS
SM
MD
LG