Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî Rê Dide Jin û Zarokan Ji Himsê Derkevin


Nûnerê taybet yê Neteweyên Yêkgirtî û Komkara Erebî Lexder Brahîmî dibêje ku nûnerên hikûmeta Sûrî li danûstandinên aştîyê li Jinêvê razî bûn ku rêka jin û zarokan bê dan ji bajarê Himsê yê dorgirtî derkevin.

Hims yêke ji mezintrîn bajarên Sûrîyê ye û berdewam di bin êrîşên leşkerê Sûrî de bûye.
Ev biryar hat dan piştî kombûnên roja Yêkşembî navbera nûnerên hikûmeta Sûrî û opozisyonê bi navberiya Neteweyên Yêkgirtî.

Li danûstandinên roja Yêkşemî giringî hat dan bi azadkirina bi hizaran girtîyan ku jin û zarok û mirovên navsalveçûyê dinav wan de ne.
XS
SM
MD
LG