Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Diyabekirê Jinek ji Alîyê Mêrê Xwe ve Hate Kuştin


Beşek ji xwepêşandina jinan li Diyabekirê
Beşek ji xwepêşandina jinan li Diyabekirê
Jinek li Dîyarbekirê ji aliyê hevjînê xwe ve bi ceyranê hat kuştin. Roja şemîyê Mubarek Turan’a 35 salî, ku berî hefteyekê zarokek keç jêre çêbibû, dema ku di xew de bû, hevjînê wê Veysî Turan, qabloya elektrîkê da serê wê û ew pê kuşt.

Li ser vê bûyerê, li dijî tundûtujî û li dijî kuştina jinan, meşeke protestoyê li Dîyarbekirê hat lidarxistin. Di protestoyê de hat xwestin ku cezayê kuştina jinan were giran kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di van salên dawî de li Tirkiyê tundûtujîya li ser jinê pir zêde bûye û roj tune ye ku jinek neyê kuştin.

Li gorî lêkolînan, di sala 2013ê de 237 jin li Tirkiyê hatin kuştin. Bajarên ku herî zêde kuştin lê çê bûn Stenbol, Diyarbekir, Antalya û Entab in.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:58 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG