Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Selahattîn Demirtaş roja Sêşemê li parlemanê got, “jibo pêvajoya çareserîyê serobîn nebe, lazime di zûtirin demê de gavên yasayî werin avêtin.”
Hevserokê BDP’ê di gotara xwe ya ku babetên rojevê nirxandin de, ligel metirsîyên li pêşîya pêvajoya çareserîyê herwiha li ser helwesta li dijî Partîya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî daxuyanî dan.
Demirtaş, daxuyanîya Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ku li Ewropayê gotibû, ‘Em têkoşînê bi El Qayde û PYD’ê re dikin’ bi tundî rexne kir.
Wî got, “PYD partîyeke rewa ya Kurdên Sûrîyê ye ku li qada navnetewî jî danûstandinên dîplomatî pêk tîne. Gelo bi çi hincet û rayeyê bi PYD’ê re têkoşînê dikin, ev ne hedê wan e.”
Hevserokê BDP’ê bal kişand ser nîqaşên dewleta paralel ku piştî operasyona gendelîyê li Tirkîyê destpê kirine.
Birêz Demirtaş dîyar kir, hikumeta AKP’ê xwe ji çêkirina qanûna bingehîn jî vekişandiye û niha jî dixwaze li şûna cemaeta Gulen darazê bixe bin kontrola xwe ku çi ferqa wan ji hev nîne.