Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brahîmî: Ti Encamên Praktrîk ji Danûstandinên Aştîyê yên Sûrî Hîn Nehatine


Nûnerê NY Lexder Brahîmî
Nûnerê NY Lexder Brahîmî
Li dema ku gotûbêjên aştîyê yên Sûrî berdewam dikin, nûnerê Sûrîyê yê NY Lexder Brahîmî, yê ku navberîya van gotûbêjan dike, dibêje ew çaverê nake tiştekî girîng ji vê gera yekê ya danûstandinan derkeve.

Dema ku pirs ji nûnerê NY Lexder Brahîmî hate kirin ku hêvîya wî jig era yekê ya gotûbêjên aştîyê yên Sûrîyê çi ye, wî ti gotin nedan.

Ji dema ku şerê navxweyî yê Sûrî berî sê salan destpê kiriye, bêtirî 100 hezar kesî hatiye kuştin û neh milyon kes ji malên xwe hatine derxsitin. Hîn gelek kelem û astengî hene, berî ku hikûmet û opozisyona Sûrî bigihêjin rêkeftineke siyasî jibo dawîanîna şer.

Li dema kombûnên roja Çarşemê, Brahîmî got ku herdu alîyan hinek fikir û raman derbarê damezrandina hikûmeteke veguhêz pêşkêş kirin. Lê wî ti hûrbînî derbarê wan neda, ji bilî ku ew gelekî gelekî destpêkî bûn.

Herdu alî xwedî nêrînên gelekî dûrî hev in derbarê hikûmeteke paşerojê jibo Sûrîyê. Opozisyon naxwaze Serok Beşar Esed beşek be ji wê hikûmetê, lê rejîm dibêje divê Esed di desthilatê de bimîne.

Li alîyê mirovahî, Brahîmî got ku hîn ti rêkeftin pêk nehatîye jibo gihandina xwarina bo nêzîkî 3 hezar kesên ku li bajarê Humsê yê dorpêçkirî birçî mane. Wî got, danûstandin di navbera Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Sûrî de jibo vê pirsgirêkê berdewam in.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG