Lînkên eksesibilîtî

Danûstandinên Aştî yên Sûrî bê Pêşketin Dawî Dibin


Gera yekê ya danûstandinên aştîyê di navbera hikûmeta Sûrî û opozîsyonê de, li ber e îro Înê bi dawî were.

Tê ragihandin ku derheqa kêşeyên serekî de pêşketinên pir biçûk peyda bûne.

Hevbîrî heye ku her du alî di demeke nêzîk de – îhtîmal e di nav hefteyekê de- bicivin û danûstandinan bidomînin.

Nûnerê taybet yê NY Lexder Brahîmî dibêje, ew bi hêvî ye ku di gera were de pirtir pêşketinên berbiçav peyda bin.

Brahîmî dîyar dike ku ew hîn di destpêka pêvajo de ne.
XS
SM
MD
LG