Lînkên eksesibilîtî

Kerry Rexne li Hikûmetên Naverast û Rojhilata Ewropayê Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry rexne li hinek hikûmetên naverast û rojhilata Ewropayê kirin, di nav de Ukranya, jiber astengkirina vîn û daxwaza gelên xwe, wekî ku Kerry binav kir.

Birêz Kerry got, vîna hemwelatîyan careke din rastî berjewendîya gendelîyê tê ku tê de pere tê bikaranîn da ku opozisyona siyasî were binpêkirin, û da ku siyasetvan û dezgehên ragihandinê werin kirîn û herwihda ku serxwebûna dadkarîyê mafên rêxistinên ne hikûmî lawaz bike.

Li konferanseke ewlekarîya cîhanî ku krîza Ukranya babeteke girîng bû tê de, Kerry got, em dibînin ku şêweyekî nexweş li gelek welatên naverast û rojhilata Ewropa û herêma Balqanê çê dibe.

Birêz Kerry herwiha got ku krîza li Ukranya derbarê şerê hemwelatîyên normal e ku dixwazin bi Yekîtîya Ewropayê re danûstandinê bikin. Wî herwiha got ku hemwelatîyên Ukranî biryar standine ku nabe paşeroja welatê wan bi tenê yek welatî ve were girêdan – mebesta wî jî Rûsya ye.

Hêjayî gotinê ye ku krîza li Ukranya destpê kir, piştî ku Serok Vîktor Yanukovych ji dû rêkeftineke barizganî ligel Yekîtya Ewropayê vegerîya, û li şûna wê xwe bêtir nêzîkî Rûsya kir. Di encama wê biryarê de xwenîşandinên berfireh li Kiyêva paytexta û seranserê Ukranya derketin holê.
XS
SM
MD
LG