Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Darizandina Serokê Berê yê Misirê Berdewam Dike


Ajansa fermî ya nûçeyan li Misirê ragihand ku darizandina serokê derkirî Mihemed Mursî û 14 kesên din roja Şemîyê jinûve destpê kiriye.

Raporta ajansê ti agahî derbarê pêdaçûna darizandinê nedaye. Darizandin li akademîya niştimanî ya polîsan li rojhilata Qahîreya paytext pêk tê.

Mursî bi derbeyeke leşkerî li 3ê Tîrmeha bûrî ji desthilatê hate derxistin. Nuha ew li zindanekê li bajarê Îskenderîya yê ser Deryaya Spî tê binçavkirin.

Tawanên dijî serokê berê Îslamî girêdayî êrîşên piştgirên Mursî li dijî xwenîşanderan li Dîsembera sala 2012ê ne. Di wan pevçûnan de bi kêmî 10 kes hatibûn kuştin. Mursî û 14 kesên pê re tên tawanbarkirin ku destên wan di kuştina wan xwenîşanderan de heye.

Ji bilî vê tawanê jî, Mursî herwiha bi girtina ser zindanekê li dema serhildana dijî Serokê berê Husnî Mubarek tên tawanbarkirin. Ew herwiha bi hevkarîya ligel mîlîşyayên biyan tê gunehbarkirin.

Li ber dergehê akademîya polîsê, cihê dadgehkirina Mursî, xwenîşanderên dijî wî kom bûn û trimbêla parêzerê wî Mihemed Salim el Ewah yê Îslamî dorpêçkirin, dema ku ew nêzîkî deverê bû.
XS
SM
MD
LG