Lînkên eksesibilîtî

Ban Ki-moon Bang li Rûsya û Amerîka Dike ku Gotûbêjên Sûrîyê Zû Dîsa Pêk werin


Sekreterê Giştî yê NY fişar li Rûsya û Amerîka kir ku alîkarîya serketina gotûbêjên aştîyê di navbera hikûmet û opozisyona Sûrî de bikin, li dema ku Wezîrê Derve yê Rûsya roja Şemîyê got ku gelekî zehmet e hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esed tiştekî ji dest bide.

Hefteyek ji danûstandinan roja Înîyê li Jinêvê bi dawî bû, bêy ku pêşketineke konkret pêk were. Herwiha çi pêgirî ji alîyê şanda hikûmeta Esed nehate dayîn ku li 10’ê Sibatê careke din vegerin maseya gotûbêjan. Danûstandinên 10’ê mehê ji alîyê nûnerê NY Lexder Brahîmî ve hatine pêşniyarkirin.

Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki Moon li konferanseke karbidestên ewlekarîya cîhanî li bajarê Munih yê Alman peyivî û bang li Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov û yê Amerîka John Kerry kir, bandora xwe bikar bînin da ku were piştrastkirin gotûbêj li 10’ê mehê berdewam bikin.

Amerîka rijdîyê dike ku nabe Esed bibe beşek ji hikûmeteke veguhêz, jiber ku wî rewatîya xwe winda kiriye, li dema ku Rûsya wekî hevalbendeke girîng ya hikûmeta Esed.
XS
SM
MD
LG