Lînkên eksesibilîtî

Obama: Dibe ku Bazarekê ligel Komarîyan Derbarê Qanûna Koçberîyê Bikim


Serokê Amerîkî Barack Obama pêşniyar kir ku dibe ew derîyê bazarekê veke jibo qanûna koçberîyê li Amerîka.

Birêz Obama di coteke hevpeyvîn de li roja Înîyê, got ku dibe ew ji rijdîya xwe derbarê qanûneke koçberîya dakeve, ku tê de rêkeke taybet jibo welatîbûnî de tê dayîn bo 11 miloyan kesên ku bi awayekî ne qanûnî li Amerîka dijîn.

Ev pêgirîya serokê Amerîkî tê, rojekî piştî ku rêberên Komarî li Civata Nûneran ya Kongresê daxuyanîyek derxistin tê de hinek prensîpên koçberîya eşkere dikin. Di vê belgeya Komarîyan de rê dayîn jibo wan kesên koçber û mafê rûniştinê li Amerîka wergirin, piştî ku bace û hemû pereyên li ser xwe bidin hikûmetê.
XS
SM
MD
LG