Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şelal Gedo: Beşdarbûna Kurdan li Konferansa Jinêvê Girîng Bû


Şelal Gedo
Şelal Gedo
Konferansa Jinêv 2 ya aştîyê di navbera opozisyon û hikûmeta Sûrî de roja Înîyê bidawî bû bêy ku ti encamên balkêş pê re werin. Tevî wiha gelek çavdêr û karibidest dibêjin, konferans gava yekê bû jibo berdewamkirina gotûbêjên dawîanîna şer û avakirina hikûmeteke veguhêz li welatê ku ev sê sal şer lê berdewam me.

Jibo Kurdan, nêrîn cuda derbarê beşdarbûna wan di konferansa Jinêvê de hene. Hinek dibêjin ku konferansê girîngî neda pirsgirêka Kurd li Sûrîyê. Lê hinek kesên din didin zanîn ku beşdarbûna şandeke Kurd di konferansekî navneteweyî wekî ya Jinêvê destkefteke jibo Kurdên Sûrî.

Derbarê vê yekê, endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê, ji Dengê Amerîka re dibêje ku ev cara yekê ye Kurdên Sûrî di konferanseke bi vê mezinbûn û girîngîyê beşdar dibin.

Birêz Gedo herwiha da zanîn ku tekez dê pirsgirêka Kurd di gerên li pêş de yên gotûbêjan were gotûbêjkirin.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:58 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG