Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma Sûrî Bombebarankirina Helebê Berdewam Dike


Şervanên ser bi el Qayîde ve rêberekî grupeke dijber ya Îslamî bi bombeya trimbêlekê li bajarê Helebê yê bakurê Sûrîyê kuştin.

Ev êrîş tê wekî nîşana zêdebûna şerê di nav grupên serhilda de li dema ku hêzên hikûmetê roja Yekşemê operasyonên xwe li dijî deverên jêr destê opozisyonê li bajêr berdewam kirin.

Navenda Heleb ya Ragihandinê got ku firokên şer yên Sûrî avahî li devera Bab el Neyreb bombe kirin û di encamê de hinek kes di nav wan avahîyên wêranbûyî de mabûn.

Ev êrîş jî hatin, piştî ku firokeyan roja Şemîyê bermîlên teqînok avêtin ser hinek deverên jêr kontrola opozisyonê. Bi egera wan êrîşan jî bi dehan xelk hatin kuştin ku 34 ji wan li devera el Bab bûn. Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov ev agahî ragihandibû.

Di hefteyên vê dawîyê de hêzên ser bi Serok Beşar Esed nêzîkî deverên rojhilata Helebê kirine. Ev dever ji nîvê sala 2012ê ketibûn destên serhildayan.

Çalakvan dibêjin ku ev pêşketina hêzên hikûmetê bi rîya bikaranîna bermîlên teqînok li ser deverên rûniştvanan hatiye, ku zorê li sivîl û serhildayan dikin ji wan deveran birevin.
XS
SM
MD
LG